Gulrûxsar
Gulrû.
Atirsam
Navê keça Yezdgirdê Sasanî bûye.
Awêser
Cihê pir ji av. Çiyayên pir ji kanî. Çiyayekî pir ji av e li Hewramanê li rexê bajarokê Tewêlê.
Menîce
Paqij.
Şewhewar
Şevbêrka li zozanan.
Kewîj
Zemanê berê digotne wê pîvana ku bo pîvana genim û dan û ... hwd bi kar dibirin.
Hewna
Dubare. Dîsan. Bêdengbûn. Xewtin.
Rewrewk
Tirawîlke. Serab. Ew cihê ku ji dûr ve wiha hizir dikî ku av e, lê dema nêz dibî, dizanî ku ne av e.
Fetan
Avakirina dubare. Dubare kêlana zeviya şo yan dêm.
Mamend
Nîştecih. Mandegar. Navê çiyayekî bilind e li pişt çiyayê Nawzeng li hemberî Nokan li Başûrê Kurdistanê.