Xame
Serşîr. Qeymax. Sertû. Navekî kevn ê jinane ye.
Pirûşe
Pirûskên befrê. Peşkên avê û baranê. Kêmxwarin. Çilûdan.
Kazîwe
Şefeq. Berebeyan.
Azîta
Keça Ejdehak duyem paşayê Mad û diya Kûrûşê Hexamenişî bû.
Rezû
Şêneya darberûyê.
Ciwanmêr
Camêr. Xweşmêr. Mirovê çak. Mirovê qenc.
Wermêl
Gundek e li nêzî çiyayê Metîna li herêma Badînan li Başûrê Kurdistanê.
Basane
Navê pirekê ye li herêma Rewanduzê li Başûrê Kurdistanê.
Zendîn
Gullebend. Kirasekî gullenebirr bû ku zemanê berî li xwe dikirin.
Şalûl
Şalûr. Şalîl. Bilbil.