Sarema
Berdana karik û berxikan bo şîrxwarinê di dema şefeqê de berî dotina şîrê dayîkên wan.
Bijwên
Zewiya ku zêde giya û çêre tê de hebe.
Kehî
Kewî. Kedî.
Dirêşk
Direwş (Derziyeke stûr a mezin e ku çerm pê kun dikin).
Lawan
Pirjimara peyva Law e.
Askol
Xezala piçûk û xweşkok.
Şanaz
Navê hewayeke muzîka Îranî ye.
Hako
Ji nişkê ve. Bêyî vê ku lê binêre.
Elîşêr
Elîşêr (1882-1937) serokê federasiyona hozên Kurd bû, ew hozên ku tevlî yekemîn serîhildana kurdan (Serhildana Qoçgiriyê) bûbûn û li dijî komara Tirkiyê xebat dikirin.
Lêzme
Rehêłe.