Bargiran
Zehmetkêş. Rêncber. Bo hevalên tenbel jî tê bikaranîn.
Pakîn
Paqij. Pak û xawên.
Xoşîk
Çiyayek e li rexê çiyayê Bemo, ku kaniyeke xweş jî li wir e bi navê Qeman.
Nisê
Sîber. Sî.
Spîndar
Spîdar. Dara Tewrêzî.
Homil
Çiyayê sext û asê. Navê çiyayekî ye li beşa rêzeçiyayê Alan li Serdeştê.
Gulkelem
Gula kelemê.
Berşîn
Bi hewramî wate derketin.
Horan
Lêkolîn û bi hûrî bîrlêkirin.
Belîcan
Tilî. Gustîlk.