Aşewav
Aşvan. Aşgêrr. Asyawan.
Awrîng
Pirîşkên agir. Biriqîn.
Gulnixûn
Guldexûn. Guleke navdar û derman e.
Xozan
Şareza li ser xwe. Zeviya ku salek berê hatiye çandin, lê îsal nehatiye şovkirin.
Ewece
Hewce. Pêwîst.
Aras
Navê rûbarekî ye. Ew rûbar piştî peymannameya Turkemençay ji destpêka Reşemeya 1206 (21.02.1828)an şûnda wek sînorê di navbera Îran û Împeratoriya Rûsiyê de bi fermî hate nasîn.
Hacîle
Guleke spî ya navzer.
Xaran
Şareza di karekî de.
Atro
Agirîn
Arîtm
Serdarekî Mad bûye.