Ratib
Cîre. Mûçe. Ew kelûpelê ku nêçîrvan davêje pişta xwe. Dema ku pale hasila xwe (genim û ceh û ... hwd)didirûn, risq û xwarina ku ji malê bo wan tînin nav zeviyê, dibêjinê ratib.
Befrîn
Wek berfê, spî û pak
Kanî
Serçawey aw. Çavkaniya avê. Çavkanî.
Şazad
Kurtkiriya şareza û şariza.
Gare
Çiyayek e li herêma Badînan li hemberî bajarê Amêdiyê ku Sedam Husên li ser wî çiyayî kelhek çêkiribû. Guhar. Denê mirîşka hêkker. Çiya. Şax. Kej.
Binaşt
Qise û behs. Şerê devkî.
Kurdan
Koma peyva Kurd. Pirjimara peyva Kurd. Kurdgel. Kurdeyl.
Hesan
Kaxît. San. Berdesan.
Delal
Nazdar. Şox û şeng.
Xama
Keça ku dema zewicîna wê hatibe.