Xunçezer
Pişkûja zer.
Hevot
Fêrbûn. Hînbûn.
Pepûk
Pepû. Pepûsilêmane.
Gernas
Şareza di geriyanê de. Dunyadîtî.
Bersîle
Tiriyê ku hêla negihîştibe. Pesîre. Qore.
Demawen
Demawend. Zozanê ku di nav mij û dûmanê de winda bûbe. Çiyayê ku mij û dûmanê dagirtibe. Demawen navê gundekî bû li Başûrê Kurdistanê ku rejîma Beisê ew gund wêran kir. Navê çiyayê herî bilind ê Îranê ye ku dikeve navbera Mazendiran û Tehranê de. Navê serdarekî Sasaniyan bûye. Navê bajarekî kevn bûye li Mazenderanê ku dibêjin Ejdehak paşayê Mad di nav çiyayekî wî bajarî de bi biryara Fereydûn girtî bûye.
Heyzeran
Darek e ku li cihekî germ şîn dibe wek qamîşekê ye ku nîveka wê tije ye û bo helaciyê tê bikaranîn û tiştên ciwan jî pê çêdikin.
Rewen
Rewend. Rewende. Koçerên ku pezên xwe dibin zozanan.
Leymûn
Lîmon.
Hendrên
Çiyayekî Başûrê Kurdistanê ye.