Zirar
Hozeke Kurd in li Başûrê Kurdistanê.
Awat
Hêvî, Miraz
Jîro
Mirovê jîr.
Serkanî
Çavkaniya ku av jê dizê. Av jê derdibe.
Weray
Peyveke hewramî ye bi wateya: Hejî. Hejyar. Şiyaw. Hêja.
Parde
Stargeh. Kemîn. Sûra kurt. Şûreya kurt. Boseya nêçîrvan.
Haydar
Agehdar.
Sosin
Sûsen. Navê gulekê ye ku heya niha nêzî 100 cureyên wê li cîhanê hatine naskirin. Navê wê yê zanistî "Lilium spp" e.
Erjing
Erjin. Dareke çiyayî ye ku berê wê dişibhe behîvê û bixwe jî dişibhe dara erxewanê.
Sapan
Lîstika zarokane.