Vejî
Ferman bo vejiyanê.
Jêhat
Kêrhatî. Jêhatî.
Şeyda
Şêda. Sergerdan. Kesê li ber evîndariyê dîn dibe.
Çerde
Reştale û esmer.
Pîjan
Tiştên ku li elek an bêjingê didin. Libêjingêdana tiştekî.
Hewna
Dubare. Dîsan. Bêdengbûn. Xewtin.
Zana
Şareza, Kesê ku gelek dizane. Dana. Aqilmend. Hişmend.
Awêser
Cihê pir ji av. Çiyayên pir ji kanî. Çiyayekî pir ji av e li Hewramanê li rexê bajarokê Tewêlê.
Razan
Nivistin. Xewtin. Di soranî de wateya “çîrok û hikayetan” jî dide, wek mînak: “Danîştûnete pay “razan” û her naybirnewe.”
Xec
Xecîc. Heman Xedîce ye.