Kosar

Cihê ku gelek çiya li wir hebin. Navbera çiyayan de.

Rewak

Ew cihê ku şerabê tê de parzîng dikin. Şîreya şil a hingvînê.

Harsim

Ava qoreyê. Ava pesîreyê. (Qore û pesîre: tiriyê ku tirş e û hêla negihîştiye).

Hawe

Bisûd. Behre. Bikarhatî.

Ardew

Erdewan. Navekî kevn a avestayî ye.

Dîrek

Stûn. Tika û rica.

Birûsk

Ronahî û berqa ewran digel girmîna ewran.

Sêwing

Reş ê bedew.

Rengîne

Pirjimara peyva rengîn. Xweşik. Ciwançak. Mêrçak. Serbendê straneke kurdî ye bi zaravayê kelhorî.

Meran

Reh û rîşeya yasemînê ku darcigareyê jê çêdikin. Gundek e li berbiniya çiyayê Kodo li Başûrê Kurdisatnê.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!