Gencîne
Sermiyan. Malê dunyayê.
Mezîre
Navê gundekî ye li herêma Bedre ku Kurdnişîn bû, lê ji aliyê Beisê ve hate teirîbkirin.
Safiya
Gundek e li rexê Amedê li Bakûrê Kurdistanê.
Şinyan
Rabûna bayê sibehê. Hejiyan li ber bayê. Pêkenîna zaroka sawa. Hêvîkirin.
Kojîn
Navekî nû ye û wateya koma jiyanê dide. Jiyan hemû pêkve.
Jeman
Pirjimara peyva (jem) e bi wateya daneke xwarinê.
Pakîn
Paqij. Pak û xawên.
Bêrat
Cihê ajeldariyê. Çiyayek e li rexê çiyayê Karox li Başûrê Kurdistanê.
Bahoz
Gerdelûl, Babelîsk, Bager, Bayê tund ku lûl dibe û bihêz e.
Rakan
Texteberê ku binê wê vala be.