Jîno
Jîna nû. Xwediya jînê.
Yekta
Navê Xwedê. Bi tenê.
Jûliyan
Sîsbûn. Çirmisîn.
Ewraz:
Evraz. Riya ber bi jor.
Derav
Cihê ku pez avê lê vedixwe. Cihê derbasbûna pez.
Çinûr
Guleke çiyayî a bêhnxweş e ku rengê şiwîtê dide.
Wirda
Wate akincîbûn û arambûn.
Kobar
Mirovê rêzdar.
Firyane
Navê hewayekî qetarên stranên kurdî ye. Awayek e ji pênc awayên agirê Zerdeşt ku dibe agirê canê xelkê û jîndaran.
Gilare
Giliyê tirî. Gilîneya çav.