Rengale
Teyrekî rengbireng e ku mêşhingivê dixwe.
Hewrên
Herêmek e li Şêxan li nêzî Qoretûy li rexê Kirmaşanê.
Raweş
Hereketa tund. Hejandin.
Wenen
Bi zaravayê hewramî wate ew pira ku bi dar û mêwên tiriyê hatibe çêkirin û dema kesek di ser de derbas dibe ew pir biheje.
Nawaze
Bijarde. Bitaybetî.
Semengul
Gula yasemîn.
Başwan
Navê çiyayekî ye li Bane-Rojhilatê Kurdistanê.
Zaro
Zarok. Mindal.
Arjîn
Agirê jînê.
Cazer
Navê bajarokekê ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê ku Kurdên feylî tê de dijiyan, lê niha hatiye teirîbkirin.