Serwer
Serdar. Salar.
Zimrût
Gewhereke binirx a kesk e.
Encam
Akam.
Dilkêş
Bedew û dilrevîn.
Axiye
Singê ku asînin an jî darîn e ku bo hildana çadir û reşmalan an jî bo tewildana ajalan bi kar tê.
Arok
Navê kifteyeke pan e ku ji ar jî tê çêkirin.
Bêşe
Mêşe. Desnêj. Lêrrî. Bêşe çinar.
Ehwen
Aram, Bêdeng.
Avamiye
Navê bajarokekî Kurdnişîn bû li aliyê Îmarata kurdnişîn a Kurdistana Başûr ku Kurdên Feylî tê de dijiyan, lê li ber siyaseta hikûmeta navendî a girtin, kuştin û derbiderkirina Kurdan ew herêm kete destê Ereban de, û Kurdên ku li wir mabûn jî, di nav Ereban de heliyan.
Çakar
Rengê qehweyî. Qaweyî.