Tûtmê
Cihê ku simaq lê hebe. Dara simaqê. Gundek e li dola Balîsanê li Başûrê Kurdistanê.
Zerinc
Navê guleke çiyayî ye.
Ahêr
Agir.
Zara
Navekî kevn ê kurdî ye bi wateya “kew”. Navê çiyayekî ye li Silêmaniyê li nêzî çiyayê Ejdehak ku dikeve navbera bajarê Dukan û bajarokê Sûrdaş.
Tolaz
Ciwan û bedew.
Giyaben
Giyayekî gelek bêhnxweş e.
Rêbaz
Riya giştî bo hatûçûnê. Metod û şêwaz.
Hejbîn
Dûrbîn. Xwedî ceribandin.
Kolneder
Nebez. Nevest. Kesê ku nakeve û berdewam dibe.
Gotan
Navê hozeke Kurd bûye li herêma Wanê, ku ji aliyê dewleta Osmanî ve bo Qibrisê hatine dûrxistin û li wir hatine asîmîlekirin û bûne Tirk.