Dêro
Guleke zer e wek gula mosk.
Revîn
Bazdan. Filitîn.
Şaşîk
Şaşik. Kumdesmala jinane.
Ehwen
Aram, Bêdeng.
Zêrîn
Ji zêrê hatibe çêkirin. Wek zêr. Bi rengê zêr.
Barêze
Bawerîn. Ew fêkiyê ku ba diwerîne. Giyayekî wek kerewizê ye.
Rawe
Şîroveya watayê. Ferman e bo rawestanê. Raweste. Bisekine.
Rûbixal
Xala ser dêmê wî/ê.
Birjang
Bijank. Bijang. Mijol. Birjol.
Kewrîn
Kevrîn. Berdîn. Embara dex û dan. Bizna spî. Gundek e li bin çiyayê Zozik li herêma Rewanduzê li Başûrê Kurdistanê.