Akran
Agiran. Agirdan. Cihê agirperistan.
Resa
Pêgihîştî. Pêregihîştî. Tije. Piřawpiř.
Reyhan
Rêhan. Giyayekî bêhnxweş e.
Patîle
Beroşa piçûk.
Aske
Karxezal, Karmamiz. Têjka xezalê, Xivşa xezalê.
Segvan
Kesê ku nîşançiyekî baş be û nîşanê baş dipêke. Nêçîrvan.
Bêtirme
Navê kaniyekê ye li Şeqlawe.
Kasan
Çiyayê lêj û evraz. Navê çiyayekî ye li herêma Hekarî li Bakûrê Kurdistanê.
Şaliyar
Şariyar. Meznê bajar. Deshilatdarê bajêr. Şayar. Hemdest û hevalê paşa. Navê helbestvanê mezin ê Kurdên Zerdeştî Pîr Şaliyar e ku li Hewramanê jiyaye, û wê demê bûye ku ereban êrîşî ser Kurdistanê kirine.
Banûra
Navekî kevn ê serdema Sasaniyan.