Xanîk
Gundekî Kurdnişîn e li herêma Somabiradostê li Urmiyê. Gundekî Kurdnişîn e li herêma Zencan yan Zengan.
Rêdûr
Rêdîr. Kesê ku riya wî dûr e.
Alik
Zerzûr. Çûkeke hûrik e ji malbata başokan. Çûkreş. Cîqreş.
Aware
Derbider. Sergerdan. Ji wargehê xwe dûrketî.
Piryaske
Pirêske. Boxçikeke piçûk.
Bapîr
Bavê diya mirov. Bavê bavê mirov.
Tirîfe
Ronahiya heyvê. Şewqa heyvê. Ew derd û nexweşiya ku hûyrêwiyê ajelan hişk dike.
Can
Giyan. Ruh.
Keyan
Keyhan. Cîhan. Dunya.
Cengo
Şerê piçûk. Mirovê şeranî.