Gulbejin
Mêr an jina ku zirav û bedew be dibêjinê gulbejin.
Sipêr
Sper. Sîper. Çeper. Senger. Qelxan. Mertal.
Baban
Navê herêm û eşîrekê ye li Şarezûrê-Başûrê Kurdistanê. Baban (1649-1850) mîrgeheke (îmareteke) kurdî bû, navê wê ji navê malbata Baban hatiye. Yekemîn serdarê mîrgeha Baban Ehmedê Feqî bû.
Aqar
Şûn û cih. Cî û mesken. Derdor.
Xaran
Şareza di karekî de.
Revîn
Bazdan. Filitîn.
Aşna
Nasyar. Naskirî. Dost. Yar.
Erdehan
Erdêhan an jî Erdîxan bajarekî Bakûrê Kurdistanê ye.
Amê
Kurtkiriya navê Amîneyê.
Nator
Baxewan. Baxevan.