Rûgul
Rûyê ku wek gulê be. Rûmetê (dêmê) wê wek gulê be.
Batînok
Rebenok. Sorgul.
Bedirxan
Malbateke navdar e di nav Kurdan de, ku ji bo gelê xwe di warê rewşenbîrî û siyasî û ... hwd de gelek ked dane.
Newnemam
Dara şêneyê. Şêneya nû.
Adyabin
Di serdemê Mad heya Sasaniyan navê herêmên Zaxo û Duhok û Akrê bûye.
Peçe
Pêçe. Desmaleke reş e ku jin serçavê xwe pê dipeçêvin bona ku mêr serçavê wan nebînin. Lê ew kultur, a Ereban e ku ji rêya ola îslamê ve hatiye nav civaka kurdewarî.
Rûbixal
Xala ser dêmê wî/ê.
Xorisk
Xweza.
Dilşêr
Kesê ku di wêrekiyê de wek şêra be.
Barêje
Ba û baran pêkve. Ba û boran.