Besîre
Giyayek e ku kew gelek jê hez dike, û bêhna wê xweş e û dikin nav risq de jî.
Dewar
Reşmal. Çarpêyên wek ker û hesp.
Îrazto
Erarto. Paytextê Kurdên Manayî bûye ku dibe xaniyên kavilbûyî ên herêma Zêwiye li 50km a Seqizê û beşeke “Bokan”a niha.
Felek
Gerdûn.
Jûran
Nîşana hatina sermayê. Bilindahiya çiya.
Lenger
Westan. Mener. Wek: Rawestiyana teyran di dema firînê û rawestiyana çopîkêş di dema şahiyê de. Xweragirtin û rawestiyan li cihê bilind û nazîk.
Gulbo
Bêhna wê wek gulê.
Ciwane
Şox û şeng. Nazdar.
Kewê
Bi rengê kewê. Wek kewê.
Meras
Dabeşkirina cihê nêçîrê bo peyda kirina nêçîrê.