Sajîn

Xirûmir.

Zibê

Kurtkiriya navê zibeydayê ye.

Şekirîn

Wek şekirê şirîn.

Dijwar

Îza. Zehmet.

Xabûr

Çemek e li ser sînorê Bakûr û Başûrê Kurdistanê. Herweha çemek e li başûrê Rojavayê Kurdistanê li bajarê Hesekê.

Hûma

Pîroz e. Xwedê. Hûmay.

Saz

Alaveke muzîkê ye. Dilxweş. Dewlemend. Amade.

Arabxa

Bajarê gurriya agir. Cihê ku neft hebe. Navê Kerkûkê bûye di sala 572an a zayînî de.

Ramîna

Navê dilbera Weys e di çîroka “Weys” û “Ramîn” de, ku di koka xwe de kurdî ye ku bi zaravayê kelhorî hatiye vehûnandin.

Bakûr

Dema mirov li rojava binêre dikeve destê rastê.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!