Arkî
Herkî. Navê çiqekê ye ji hoza zêbariyan.
Gelawêj
Navê meheke salê ye. Navê stêrkekê ye. (Di ferhenga Merdox de bi wateya gullebaranê jî hatiye).
Maro
Qeşe. Enîspî. Hespê ku zendê destê wî spî be.
Daxwaz
Kesê ku tiştekî bixwaze û hewlê jê re bide.
Akan
Gundekî Bakûrê Kurdistanê ye ku dewleta Tirk navê wê guheriye û kiriye tirkî.
Bêrdok
Xêreke piçûk. Pêmereya piçûk.
Mêgir
Jiwangeha keç û kuran. Çavkaniya ava Rewanduzê ye li quntara çiyayê Kurê.
Şekre
Şekrok. Giyayeke çiyayî ye.
Dînê
Îşare ye bi keç an kurê serşêt di evîndariyê de. Di straneke kurdî de hatiye (Were “dînê”. “Dînê” min).
Hawbîr
Hevbîr. Hevhizr. Hawrra.