Nebez
Kesê/a ku naveste û li ber xwe dide. Nevest.
Wajaw
Parvekirina cokê bo avdaniyê.
Popeşmîn
Pêxefeke gelek nazik e ku ji hiriyê çêdibe.
Rewen
Rewend. Rewende. Koçerên ku pezên xwe dibin zozanan.
Amo
Mam. Birayê bav.
Qezaz
Firoşyarê hewrîşmê.
Ziryab
Ava zêr. Ava pak. Muzîkjenekî Kurd û xelkê bajarokê Başîk li rex Neynewaya Kevn (Mûsila niha) bûye û di serdemê Ebasiyan de jiyaye.
Bextewar
Dilşad. Kamiran. Bextiyar. Şa. şad. Dilxweş. Kêfxweş. Kesê ku bextê wî baş e û ji rewşa xwe razî.
Rehêl
Rehêley baran. Rêjne. Barana tund. Barana gir. Guşîna baranê.
Guldeste
Destegul.