Saran
Seran. Ser.
Şehîd
kesê canê xwe di riya parastina welatê xwe de gorî dike.
Serwên
Serwîn. Serûpêç. Kumdesmal. Kilawdesmal. Kofî.
Kaxlî
Qaxlî. Giyayek e ku rengekî narincî û bedew heye û bo ser nan û girdeyan bi kar dibin.
Awtîn
Abtîn. Xaraw. Navê bavê Fereydûn avakerê paşayetiya Xalidî (Kardoxî)yan bûye.
Nişwan
Neşvan. Mest.
Aro
Bi hewramî wate Îro, Evro.
Hane
Kanî. Serçawe. Henase. Handan.
Arenan
Navê gundekî ye li çend kîlometriya bajarê Sine.
Pirdîs
Paradîs. Buhişt. Cennet. Peyveke kevn a Madî-Avestayî ye.