Ezwa

Dermanek e wek sîrikê. Giyayê bêhnxweş. Beharat. Sebir û qerar.

Amê

Kurtkiriya navê Amîneyê.

Rêncber

Rencber. Pale. Kedkar. Cotkar. Zehmetkêş.

Sinewber

Cureyeke dara kacê ye ku hertim kesk û bilind û ciwan e.

Qemrîn

Qerisîna avê. Bestelek. Şexte.

Lîna

Kûpeyê mezin ê şerabê.

Deşnê

Ba tê. Dibizve. Dilivlive.

Bêhrûz

Roja xweş.

Pepûle

Perwane. Nimnimok. Pelatînk.

Barêne

Navê gundekî li Kurdistanê.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!