Sirwe
Gotûbêja evîndarane. Raz û niyaz. Şine. Bayê hênik ê sibezûyan.
Hetwan
Derman. Melhem.
Çepke
Deskegul. Çepkegul.
Rîbar
Rûbar. Çem.
Sîvan
Çetir. Çetra ku di dema havînê de mirov li hemberî tavê de bi kar tîne.
Eşkan
Aşkan yan Eşkan wate cihê ku zêde kanî tê de hebin. Gundek e li berbiniya çiyayê Alan ku ketiye pişta Serdeştê. Navê malbateke mezin e li Îranê ku berî Sasaniyan 250 salan berî zayînê Silokî ji nav birin û deshilat bi dest ve girtin.
Hejbîn
Dûrbîn. Xwedî ceribandin.
Xemîs
Gûz û mêwijên kutayî pêkve.
Ferheng
Çand. Ferhengok. Loxetname. Qamûs.
Leyro
Zaroka sava ya nêr. Bi zazakî wate: Lawo. Role. Serbendê straneke kurdî ye bi zaravayê kirmancî.