Barîsa
Barist. Hindî (Bi qasî). (Barîsay ew male şitim heye).
Rojbîn
Kesê ku rojê dibîne.
Kavar
Qeza. Bajarok.
Rojan
Pirjimariya peyva rojê ye. Rojane.
Sûrê
Giyayek e ku pelgên wê wek pelgên gezne (gesgeskê) perper in û rengê wê şîneke nêzî rengê sor e, di nav avê de dikelînin û bendikê qaliyan (caciman) pê reng dikin, ku rengê wê sor e.
Bêşema
Titûneke bêhndar e.
Barêze
Bawerîn. Ew fêkiyên ku ba diwerîne. Giyayek e ku rengê kerewizê dide.
Savo
Gulek e li herêma Badînan şîn dibe û gulên şîn, pembeyî û ... hwd derdike.
Wezlî
Cihê bilind û hênik.
Karis
Herzin. Herzinê gir. Gawris. Tama wê tehl e, û pelg û gula wê dişibhe pelg û gulên ceh.