Kewkew

Ev nav di bingeh de “Kokeb” a erebî ye bi wateya “stêrk” ku bi kurdî kirine kewkew.

Wêre

Êvar.

Xeleng

Giyayê ku jê gêzikan çêdikin.

Kewrû

Rûmetê wê wek yê kewê ye. Amaje ye bi keçên bedew.

Benistan

Gundekî ser bi herêma Badînan e li Başûrê Kurdistanê, ku eşîra Rêkanî lê dijîn.

Sîdar

Xwedî sî. Xwedî sîber. Siya darê. Sîbera darê.

Rêsa

Urf û edet. Rê û rêbazên adetkirinê (Rêwşiwênî rahatin).

Estên

Wergir. Wek: (Toleestên).

Gemo

Çiyayek e li herêma Qesra Şirîn li Kurdistanê.

Nelas

Gundek e li nêzî Serdeştê ku li hindav çemê Kelwê ye.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!