Ater

Agir. Gurriya agir.

Gotan

Navê hozeke Kurd bûye li herêma Wanê, ku ji aliyê dewleta Osmanî ve bo Qibrisê hatine dûrxistin û li wir hatine asîmîlekirin û bûne Tirk.

Malmal

Hemû xaniyên malan. Mal bi mal. Navê qehremana beyta Nasir û Małmał.

Firawîn

Firavîn. Xwarina danê nîvro.

Karyan

Enirjî. Hêz.

Zêrnîga

Lênihêrîna pir ji evînî. Mêzekirineke germ û agirîn.

Mera

Navê çiyayekî ye li Sîdekan a Başûrê Kurdistanê.

Guhderz

Kesê ku aliyekî guhê wî hatibe birrîn. Kesê micid. Kesê hestiyar û xwedîhiş.

Lawan

Pirjimara peyva “law”e. Wateya genc û xortan dide.

Berzîn

Kulavê ku di bin zîn û kurtanê de davêjin ser pişta hesp û keran.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!