Hewna
Dubare. Dîsan. Bêdengbûn. Xewtin.
Kawên
Çiyayê bilind û kevirîn. Birêz û hêja. Hêvî. Arezû.
Serbilind
Kesê ku serî wî bilind û vijdana wî rihet e.
Heprûn
Hûrhûr. Çiyayê bilind û asê.
Obe
Komeke reşmalan.
Elmas
Kevirekî gelek qahîm û giranbuha ye.
Famiye
Jîr û têgihîştî. Famker.
Binaşt
Qise û behs. Şerê devkî.
Kenêre
Kenêr. Kenêrê. Navê du cureyên daran e, ku yek ji wan strî (kelem. qelem) hene û yek jî bê strî ye. Giyayek e ku pelgên wê rengê giyayê Unce (Yûnce) an jî nefelê dide, bejna wê stûrtir e û gulên piçûk ên zer derdike. Bi terî kêmtir pez û heywan dixwin, lê ji bo tifaqa zivistanê baş e.
Wajaw
Parvekirina cokê bo avdaniyê.