Leylax
Zozan. Kiwêstan.
Nermê
Dilbera nerm û bedew.
Rozerîn
Cihê ku roj jê hiltê.
Hezîng
Peytbûn di kar de.
Karak
Karaka. Kan. Erdê ku tiştên binirx tê de hene û hildikolin bo bikarhînanê.
Bernas
Binavûdeng. Naskirî. Di ferhena “Xal” de wek “Bê ezmûn û cahil” hatiye manakirin.
Serjal
Cihê ku zêde mêşên hingivê hebin. Şaneya mêşên hingivînê.
Azê
Kurtkiriya peyva “Azîz” e. Xoşewîst. Hezkirî.
Gulbijêr
Gulçîn.
Şerwîn
Navê kelhekê ye li herêma Şîrwan li Bakûrê Kurdistanê. Navê çiyayekî ye li Badînan li Başûrê Kurdistanê.