Aras Hiso
Pirtûka bi navê “Çirûskek ji Berxwedana Kobanê“ ji 23 çîrokan pêktê û hemû jî ji aliyê nivîskarên Kobanê ve hatine nivîsîn. Ev pirtûk bixwe berhemeke hevbeşe ku ji 12 kesayetên nivîskar û mamosteyan pêktê ku bi pênûsa xwe ya rewan piştî berxwedana ser Kobanê nivîsandiye û gihandine weşanê. Kesayetên ku di vê berhemê de nivîsandine jî ev in (Aras Hiso, Ednan Hesen, Heysem Mislim, Cîhan Hesen, Ridwan Deharo, Şivîn Ehmed, Selah Mislim, Sozdar Mehmûd, Zîlan Hemo, Rodîn Mihîdîn, Nisrîn Kenan û Mihrîvan Beyro).
Her çîroka ku bi zimanekî fesîh û bi Kurmanciyeke sade û carinan jî Kobankî hatiye nivisîn êş û qehra wan rojan dîsa tîne bîra me. Berxwedana Kobanê di bîra Kurdan de qonaxeke diyarker e. Ew bajarê ku berê belkî gelek Kurdan nas nedikir, di hest û mejî de Kurdn de kirin yek.
Ev pirtûka ku ji 144 rûpelan pêktê hem ji aliyê weşanxaneya Şilêr ya Rojavayê Kurdsitanê û hem jî ji aliyê weşanxaneya Aryen ve hatiye çapkirin. Nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv ku pêşgotina pirtûkê nivisiye ji bo van çîrokan dibêje:
“Çîrokên vê pirtûkê didin xuyanîkirin bê wan rojan li vî bajarî çi diqewimî. Ez bawer dikim we nas kir ku ez li vir behsa Kobanê dikim. Ev hêlek e. Ji hêla din ve, ev çîrok bi destên zarokên Kobanê bi xwe, bi pênûsên keç û xortên wê, hatine nivîsandin. Ji ber vê ne tenê çîrokên ku hatine bihîstin û gotin in, ji wan bêhtir çavdêriyên rasteqîne yên nivîskarên çîrokan bi xwe ne. Herwisa hin ji van çîroknivîsan xwediyên serboriya wê qonaxa dijwar û giring in, ku Kobanê xwedî roleke berbiçav bû, ne di destnîşankirina qedera Kurdan tenê de, belê di destnîşankirina qedera herêmê bi tevayî de.…
(...)
“Taybetiyên van çîrokan ne tenê ji hêla naverokê ve, lê belê ji hêla form, ziman û şêweyên hûnandin û nivîsandina xwe ve jî xwe didin pêş.“
Nivîskarên vê pirtûkê bi naveroka vê berhemê heta karîne xwestine ku berhem wekî navê wê de jî diyar e''Çirûskek ji berxwedaniya Kobanê'' ye. Di hemû aliyên xwe yên berxwedanî, serbilindî, derbiderî, hevaltî, êş û kefxweşiyê van hemû bi hev re bi nivîsên xwe bixemlînin. Her gava ku em bala xwe bidnêkê em bibînin ku carinan gelek koşeyên veşartî yên vê berhemê xwe didin der bo nimûne çîrokên negotî an jî di koşeyên serdema berxwedaniyê de veşartî mane bi hûrgulî hatine ziman.
Wekî mînak bi çîroka “Şehîdê warê keça xwe'' em bi lehengê çîrokê Mihemedê Tekercî em dibin şahidê ku çawa li kêleka berxwedaniyê kalê bi extiyar û temen mezin bi pîşeya karê xwe bu şervanan re dibe alîkar. Bi çîroka “Qedera Qederê“ em ji nû ve dibin şahîdê rêwitiya Kader Ortakaya û em dîsa lehnet li nemerdiya dijmin tînin. Her wiha bi çîroka “Dudilî“ em bi çavên keça delal Zana, wan rojan ji nû ve sêr dikin ku qîma xwe bi gotina xelkê “Tu xweşik î“ nedîanî lê piştî di şer de çavekî xwe wenda dike wiha dibêje “Ez bê deng mam û bijîşk çû. Min xwe di eynikê re nêrî, lê vê carê min bi çavekî xwe pir xweşik dît…“ bi çîroka bi navê ''Jiyanek Ji Gornê'' em dibînin ku çawa di wa zibistana bi seqem û sar de ku li kêleka xumexume ji bajêr radibe, li wê çola Tilşiîrê Hemo û zarokan ji xwe re sê gor kolandibûn, wekî rikberiyeke li hember mirinê hem xwe ji sar û seqemê, hem xwe ji avêtinan hawanan û hem jî ew gora mirina jixwe re kiribûn gora hêviya jiyanê.
Ji qewla Helîm Yûsif ku di dawiya pêşgotina xwe ya li ser vê pirtûkê wiha dibêje:
(...)
''Van çîrokan hem bi şopa lingên mirina di her çîrokê de, ez êşandim û hem jî bi zeftkirina giringtirîn kêlîkên dîroka welatê me yê ku azadî hatiye ber deriyê wî, kêfxweş kirim. Ez nizanim wê kêfa her kesî ji çîrokên vê pirtûkê re bê yan na, lê ez wê yekê baş dizanim ku xwendevanê vê pirtûkê wê nikaribe careke din bi rehetî li herdu çavên welatê xwe yê tijî hêsir binêre û ji ber xwe fedî neke''.