Gulbang
Dengvedan.
Şemo
Kurtkiriya navê Şemsedîn e.
Merze
Giyayekî bêhnxweş ê kêvî ye.
Cesan
Bajarekî kurdakincî ye li Başûrê Kurdistanê ku bi zaravayê kelhurî diaxifin.
Pesarde
Îzolekirî. Vêdedayî. Danîna li qeraxê.
Dawêne
Quntar. Berbinî.
Gaware
Dola Gawiran. Gawere. Çiqek in ji hoza Goran li Kirmaşanê. Di koka xwe de (Gawirderre) bûye, wate: Dolek ku Kurdên Goran li derdorê jiyabin.
Tirîfe
Ronahiya heyvê. Şewqa heyvê. Ew derd û nexweşiya ku hûyrêwiyê ajelan hişk dike.
Çeman
Pirjimara peyva çem.
Gerdengaz
Gerdendirêj.