781 |
Kenêre |
Kenêr. Kenêrê. Navê du cureyên daran e, ku yek ji wan strî (kelem. qelem) hene û yek jî bê strî ye. Giyayek e ku pelgên wê rengê giyayê Unce (Yûnce) an jî nefelê dide, bejna wê stûrtir e û gulên piçûk ên zer derdike. Bi terî kêmtir pez û heywan dixwin, lê ji bo tifaqa zivistanê baş e. |
782 |
Kenî |
Keç. Kina. Kenî û Kina du peyvên hewramî ne. |
783 |
Kenîle |
Keça piçûk. Sernavê straneke hewramî ye. |
784 |
Kepkan |
Kepkan û Ser Kepkan. Navê gund û herêmekê ye li rexê Raniye ya Başûrê Kurdistanê. |
785 |
Kepran |
Demsala hatina bo derve li gund. Dama dawiya buharê. Dema çûna bo zozanan. Dema danîna kepran. |
786 |
Keşîne |
Masiyê xaldar. |
787 |
Keşkan |
Gundekî Başûrê Kurdistanê ye. Navê pirekî kevn a dîrokî ye li Loristanê ku niha jî şûnwarê wê mane. |
788 |
Kesper |
Çavşîn. Çavkal. |
789 |
Kesra |
Şede û hewriya serê jinan. |
790 |
Kestek |
Keseng (Parçeyeke axa hişk). Lepikên altûnî. Kanzaya hişk û pitew û qurs. |