771 |
Kejal |
Xezal. Ask. Ahû. Biznekêvî. Kejê. Berca belek ku guhê wê spî û reş e. Çavkal. |
772 |
Kejan |
Pirjimara peyva “kej”. Peyveke hewramî ye û tê wateya çiya. |
773 |
Kejawe |
Dara ku li ber tenişta dîwar dixin bin karîteya ban de. Du sinduqên darîn ên sîvandar bûn ku datînane ser pişta hesp û hêştiran û lê siwar dibûn. Zêdetir xan û pîr û îxtiyar dema ku ji Mekke û Medîneyê vedigeriyan lê siwar dibûn. |
774 |
Kejdiya |
Xaka di navbera du rûbaran de. Kejdiya an jî keşdiya cihekî kurdnişîn e û Kurdên kelhurî tê de jiyan kirine. Kejdiya bi vê xakê tê gotin ku ji rêzeçiyayê Hemrîn wate sînorê di navbera Kurd û Ereban dest pê dike heya digihîje “Şetulereb” û “Kendawê”. Herwiha bajarokê Hît û derdora rojavayê rûbarê Furatê heya digihîje çiyayên Piştkoya Loristanê heya Xûzistanê. |
775 |
Kejê |
Belek. Dureng. Sernav û navbenda çend stranên kurdî ye. |
776 |
Kejîn |
Desmal an parçeyê ku ji awrîşmê hatibe çêkirin. |
777 |
Kejok |
Berê giyayekê ye ku rengê pemboyê dide û spî ye. Awrîşma xaw. |
778 |
Kejos |
Kajos. Çiyayek e li herêma Bêtwînê. |
779 |
Kema |
Giyayekî bilind e ku ajal dixwin û digel giyayê din tê hişkkirin û di demsala zivistanê de bi ajalan tê dayîn. |
780 |
Kemere |
Kember. Navqed. Cihê bangder li ser minareyê. Gaşeberd. Navenda topa erdê. |