# Nav Mane
1611 Xoşîk Çiyayek e li rexê çiyayê Bemo, ku kaniyeke xweş jî li wir e bi navê Qeman.
1612 Xoşîn Navê rêberekî ayînî yê yarsaniyan e. Xwerisk. Piştî baranê.
1613 Xoşnav Kesê ku xelk jê hez dike. Kesê ku navê xwe bi başî û qenciyê derxistiye.
1614 Xoybûn Maneya wê serbixweyî, xweserî û "serxwebûn" e. Dema partiya Xoybûnê li Sûriyê hate avakirin, hinek Kurdên soranîaxêv jî amade bûn. Loma bi vî awayî navê partiyê hate danîn, jiber ku "xo" bi devoka soranî heman “xwe” ya devoka kurmancî ye. Komeleya Xoybûnê li sala 1927an li “Bihemdune” bi alîkariya Ermenan û di mala “Vahan Papazyan” de hatiye damezirandin.
1615 Xozge Xwezî. Hêvîxwastina tiştekî.
1616 Xulya Arezû. Hezkirin li tiştekî. Xeyal.
1617 Xûnav Şewnim. Aweng. Awing.
1618 Xunçe Pişkûj. Gula ku hêşta nepişkiviye.
1619 Xunçesor Pişkûja sor.
1620 Xunçezer Pişkûja zer.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!