Şêwaza hevpeyvînkirinê - Beşa dawî

Viyan Xîşkar

 

Beşa çarem a vê gotarê li vir bixwînin

 

Hevpeyvînkirin di nav hilkeftên civakî de

Di jîngeha mirovayetî de çendîn cure hilkeftên civakî hene ku dibine sedema kombûna takan li dora hev û pêwîst e di wan kombûnan de em bikarin bi şêweyekî dirust bipeyvin ku bala xelkê bo aliyê axaftinên xwe rabikêşin.

Di wan cure kombûnan de xirabtirîn tişt ew e ku me bawerbixwebûn nebe û em hest bikin ku kesek girîng nînin. Eger em ji bo hilkeftek diyarîkirî hatine banghêşkirin, divê hem me bawerbixwebûn hebe û hem jî bîr ji wê yekê bikin ku kesek girîng in ku bo wê cihê hatine gazîkirin.

Eger em ji bo rêûresm û hilkeftekê hatine vexwandin, divê em di pêş de zanyariyên li ser wê kombûnê bi dest bixin (ew hilkefte bo çî ye û kê tê de beşdariyê dike), her lewma divê em bi hevpeyvîna bi amadebûyan re amade bin û bi şêweyekî derbikevin ku me zanyarî li ser wê mijarê heye.

“Mignon McLaughlin” rojnamevan û nivîskara Amerîkayî dibêje: “Ji bo ku hûn bi xelkê re bi hêsanî hevpeyvînê bikin, divê we bi tevahî bi wê yekê bawer hebe ku hem hûn û hem jî xelk girîngiyê bi hevpeyvîna bi hev re bidin, heta bawerkirin bi wê yekê kareke hêsan nebe”.

“Margaret Lee Runbeck” a ektera Birîtanî dibêje: “ Gotûbêjkirin wekî çirayekê ye, bi wê çirayê di nav şikeftekê de diçî ku ti carî pê re neçûyî. Ti carî nikarî bizanî te kengê dest avêtiye bi vegerînê û çi tiştekî peyda dikî.”

Yek ji adetirîn û bi bandorirîn rê ji bo nasna kesan di nav civakê de ew e ku biçî pêşwaziya wan kesan ku nû ne yan hevnas in, birina pêş a destê xwe û yalalkirin û di heman demê de xwenasandin bi kesê beranber re. Di wê demê de top dikeve meydana we û hûn dikarin bo destpêkirina gotûbêjê sûd wergirin.

Hevpeyvînkirin di hilkeftên civakî de wekî karek giran nayê hesibandin, lê hewl bidin xwe amade bikin bo hevpeyvînkirinê û hêdî hêdî pêngavên sereke yên gotûbêjê bavêjin û hewl bidin kesê beranberê xwe bi gotûbêja zêde û bêsûd bêzar nekin.

Di demên wiha de hewce ye lêvken bin û mêzeyê çavê kesê hemberî xwe bikin û balê bikişînine ser ew kesê ku bi we re dipeyve; Eger bala te li ser wî\wê kesê be ku ji bo te dipeyve rasterast wekî kesek bedew û zîrek û di heman demê de rûxweş û lêzan di warê civakî de derdikevî.

Di hevpeyvîneke wiha de hewl bide kêmtir behsa xwe bikin, zêdetir behsa ew tiştane bikin ku girîng in. Eger ew kesê ku pê re diaxivin îşare bi tiştek xwe kir, wê demê hûn jî bi heman şêwe li ser heman mijarê axaftina xwe berdewam bikin.

Eger di nav kombûnê de komek kes li dora hev kom bûne ku li ser mijarekê diaxivin, hûn jî li ser heman tiştê biaxivin, kiryarek ciwan nîne ku du kes di nav wê kombûnê de cuda bibin û li ser xwe û hêdî biaxivin di demekê de ku hêşta yên dinê li ser mijarê diaxivin. Di kombûnên wiha de hewl nede tenê bi xwe biaxifî û dest danî ser gotûbêjê, îzin bide kesên dinê jî bila biaxifin û nerînên xwe nîşan bidin.

“Philip D. Cummins” di vê derbarê de dibêje: “Xelk ti carî poşman nînin bo kêmaxaftinê, lê piraniya deman ji zêdeaxaftinê poşman in”.

Ti carî hewl nede di nav kombûnan de derbarê şarezayiyên xwe li ser karekî, şîreta xelkê bikî, bo mînak endazyarê kampiyoter, wêneger yan kamêrevan î; hewl bide di çarçoveya kombûnê de biaxife.

“Jean De La Breuer” a exlaqnasa Feransî dibêje: “Serkeftina hevpeyvînê li ser axaftinzaniyê bend nîne, belkî li ser wê yekê bend e ku zîrekî û derûniya wan kesan nîşan bidî ku bi wan re hevpeyvînê dikî, çimkî piştî wê ku bi te re hevpeyvînkirin şanaziyê bi xwe û jêratiya xwe bikin û dilxweş bin bo wê ku demên xwe bi te re derbas kirine.

Dawîanîn bi hevpeyvînê

Dema ku dema wê hatibe ku êdî pêwîst e biçî û tevlî kesên dinê bibî, dikarî bi gotina çend axaftinekê dawiyê bi hevpeyvînê bînî, bo mînak:

“Ez pir kêfxweş im bi axaftina bi we re, di rastî de niha jî bîra min e ku dayîka min hertimî digote min zêdetir têkelê xelkê be, lewma pêwîst e ez biçim û bi yên dinê re jî têkel bim”. Mînakeke vê gotarê ez ê ji bo te bişînim ku me li ser wê axaftin kir, lewma divê ez biçim”. Min pê xweş bû ku zêdetir bi we re baxifim, lê mixabin dema min kêm e”.

Di dawiyê de mirov tenê di dema hevpeyvînê de derdikeve ku çiqas girîng e. Divê di hilkeft û kombûnan de bi reftar û şêwaza hevpeyvîna xwe, em bibine mînakek ji bo kesên derdorê xwe.

 

Çavkanî:

Pirtûka “The Art Of Taling To Anyone” ji nivîsa “Rosalie Maggio”

KURDŞOP
329 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!