Şêwaza hevpeyvînkirinê - Beşa 4yem

Viyan Xîşkar

 

Beşa sêyem a vê gotarê li vir bixwînin

 

Divê em çawa peyvînê bidomînin an biqedînin?

“Lydia Ginsberg” dibêje: Kerbê mirov ji betaliyê vedibe, yek ji girîngiyên bingehîn ên hevpeyvînê pirkirina demên betal e û hevpeyvînên bê bingeh bi qasî hevpeyvînên watadar girîng nînin di jiyana me de.”

Belkî ew yeka bo we derkevtibe ku di piraniya peyvînan de pêwîstiya we bi komek destewaje û peyvan hene ku watayek wisa nînin, lê ew destewaje û peyvane bo wê yekê ne ku bi kesê dinê re nîşan bidin ku yekem, we bi balkêşandinê ve guhdariya wan axavtinan kiriye ku dike, duyem, bo wê ku han bidî ku berdewam be ji axavtinên xwe, sêyem, bo wê ku ew bêdengiyên çavnihêrîkirî bi axaftinekî bêne tijîkirin ku hin kes ji bo we bi cih dihêlin.

‌Hin caran bêdengbûn karek guncaw e, lê dibe hevkariya mirov ku bikare li ew cihê ku heye destewajeyan kom bike ji bo axaftinê. Bi giştî xelk bal nakêşe ser ew destewajaneyên asayî ku di dema axaftinê de têne bikaranîn, her lewma dema ku bi wan destewajeyane bersivê didî, gelek girîngiyê bi bersiva te nayê dan.

Dema ku hûn bersiva kesekî didin, bila bersivên we hemûreng bin û bi dengeke nizm bersivê bidin da ku bersivên we bala kesên dinê nekêşin. Dibe ku we berê hin destewaje bikar anîbin, lê dibe ku we xwasta berhevkirina hin destewajeyên nû jî hebe. Ew destewaje û peyvane hilbijêrin ku li gorî kesayetiyên beranberê we bin û hûn dikarin bi awayî rastîn bêjin. Bo wê ku nîşan bidin ku we gudariya hevûpeyvînê kiriye, hûn dikarin van destewajeyane bi kar bînin.

“Bi tevahî wisa ye. Ahan. Gelek baş e. Balkêş e. Êdî paşê…? Min ti carî bi vî rengî bîr jê nekiribû. Ez wê yekê bawer nakim. Ewa rêyek nû ye ji bo encamdana wê yekê. Tu carek dinê bêje.”

Dema ku kesek bi we re dipeyve û hûn bixwazin han bidin ji bo axaftinê berdewam bike, hûn dikarin van destewajeyane bi kar bînin.

“Êdî paşê çi? Dikarî mînakekê di vê derbarê bêjî. Ez zanyariyên gelek kêm li ser vê mijarê dizanim. Ez hez ji axaftinên te dikim. Gelo aliyên wê yên nerînî çi ne? Ez hez dikim di vê derheqê de zêdetir fêr bim”

Çawa pirsyar dikî û çawa bersiva pirsyarê didî?

Di vê derheqê de “Dorothy Leeds” dibêje: “Gava ku we zanî hûn çawa pirsên guncaw bikin, wê demê hûn dikarin bi her kesî re li ser her tiştî biaxivin.”

Pirsyarkirin girîngtirîn bingeha sereke ya hevpeyvînê ye, hevkariyê dike ku zanyarî li ser kesê beranber bêne komkirin û hevpeyvîn bê berdewamkirin û girîngiyên xwe derheq wan axaftina nîşan bidî ku xelk dibêjin. Bi cihê ku hûn axaftinekê berevajiyê handanê bikin, wek mînak “kêfa min ji wê bîrokê re nehat”, pirsyarek wek “Te çawa bîr ji vê bîrokê kiriye? Bikin û ew yeka handan e bo bîrkirin û berdewamkirina hevpeyvînê û asta we ji bo axaftina kesê beranber nîşan dide.

Di dema hin pirsyarkirinan de pêwîst e tenê bi “belê û nexêr” bersiv bê danê yan ger pirsyar sînordar be bersivek diyarîkirî heye yan pirsyarek e ku bersiva wê aloz e.

“Rose Macaulay” a nivîsera Birîtanî dibêje: “Ew heza ku te han dide ji bo pirskirinê, ew hezên destpêkî rohn dike ku mirov heye.”

Pirsên vekirî bi peyvên pirsyarî yên wekî “kê, kengê, çi, bo çi, li kuderê yan çawa” têne destpêkirin. Pirsên sînordar bi destewajeya pirsa “axo tu yan gelo tu” tê destpêkirin. Hin kes bi dirêjî bersiva pirsên sînordar didin, lê ew kesên ku gelek bîr nakin bi “lebê û nexêr” bersiv didin.

Em ê vir îşareyê bi çend mînak ji pirsên sînordar û pirsên vekirî bikin.

Pirsên sînordar: Axo ofîsa te ya nû bi dilê te ye? (Belê\nexêr)

Gelo tu hez ji karê xwe dikî? (Belê\nexêr)

Pirsyarên vekirî: Te çawa kar kir bo wê ku ofîsek baş bi dest bixî?

Ez çawa bikarim hînê wê yekê bim?

Eger dem dema te be bo pirsyarkirinê, lê we ti mijarek nîne ku pirsyarê li ser bikî, bîr ji dawî mijarê bike ku kesên dinê li ser diaxivîn û bi peyvên pirsyarî, pirsyara xwe bikin. Bo mînak kê (kê îsal xelata wê boneyê bi dest dixe?) kengê (kengê bo careke din tîma we dilîze?) kîderê (ez kîderê bikarin yek ji wane bi dest bixim) yan çawa (Te çawa ew yeka zanî?)

Pirsyarên neguncaw û dubare dibine sedema bêzarkirina kesê beranber. Pirsyarên zêde jî wisa ji xelkê dikin ku mêjiyê wan têk here û gelek caran pirsyarên zêde bijardeya duyem a hevpeyvîna lawaz e. Pirsyarkirin nerînan teşwîq dike, dibe sedema xwenasîn û guherîna ramanan. Lê her wekî me got nabe pirsyar dubare û neguncaw bin. Ji hemûyan sertir hewl bidin di her hevpeyvînekê de hevsengiya di navbera hevokên pirsyarî û hevokên nûçeyî de rabigire.

Hemû hevokek pirsyarî yan hemû hevokek nûçeyî guherinkariyek baş a hevpeyvînê berhem nayêne.

Pirsyraên xirab

Ev çend mînakane pirsyarên rexnegirtî û şeranî ne.

“Axo tu dixwazî tev xwarinê bixweyî?

Te nedizanî ewa şaş e?

Meger te hêmaya hişyarkirinê nedît?

Hertim wiha bilez diaxifî?

 

Ev gotare dom heye…

 

Çavkanî:

Pirtûka “The Art Of Taling To Anyone” ji nivîsa “Rosalie Maggio”

KURDŞOP
400 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!