Ziyanên bikaranîna telefonê di nav zarokan de

Mêhrî Edîm

 

Hevdem bi geşekirina teknolojiyayê re, sûdwergirtin ji telefon û torên civakî, di nav mirovan de gelek berfireh bûye. Ev geşekirin heta astekê baş e, lê hinek kes bi taybetî zarok jiqasderçûyî ji torên civakî sûd werdigirin û bi şêweyekî ecêb bengî dibin.

Li şûna ku em zarokên xwe bi teknolojiyayê re mijûl bikin, divê em hewl bidin ku pêwendiyek tendirust û guncaw bi kesên dinê re çê bikin.

Hevpêwendiya takî û civakî ya mirovan ji serdema zarokiyê ve tê destpêkirin û wisa baş e ev pêwendiye bi şêwazekî rêkûpêk bê çêkirin.

Dinyaya zarokan dinyayek ecêb û pir ji ecayiban e. Ev ecêbane û afirînerane demekê digihîjine lûtkeyê ku zarok pêka ew bîr û hiza ku hene dest bavêjin bi peydakirina wan. Derzkirina teknolojiyayê bo nav dinyaya zarokên sawa dibe sedema wê ku çêkirina hez û xeyalên wan pare bimînin. Her lewam pêwîst e malbat bi berçavgirtina ziyanên bikaranîna telefon û teblêtê, bêne agehdarkirin da ku zarokên wan zêdetir ji demên xwe hogirê teknolojiyayê nebin.

Her çende bandora van fakterane pêwendî bi çendîn bijardeyên cur bi cur re heye wekî: Temenê zarok, rêjeya bikaranîn, naverok û şêwaza sûdwergirtin. Lê bi derbasbûna demê re dikare bandora nerênî li ser laş û derûna zarokan dabinê ku pêk hatine ji:

1- Pirsgirêk û astengî ji fêrbûnê

Pêka lêkolîna derûnnasan, zarokên bin 2 salî, divê telefonê negirine dest. Sûdwergirtina pêşdem ji telefonê, şiyana wan a fêrbûnê heta astekê tîne xwarê ku heta di hinek deman de pêşiya tevaw a fêrbûna wan digire. Ew pirsgirêke di paşerojê de û li dibistanê zêdetir xwe nîşan dide, bo mînak zarokan bi taybet ji fêrbûna waneyên matmatîk û zanistê gelek lawaz dike.

2- Bengîbûn û girêdayîbûn

Peyva bengîbûn tenê pêwendîdar bi madên hişber nîne. Her tiştek ku girêdayiya derûnî çê bike, curek ji bengîbûn tê hesibandin. Sûdwergirtin ji telefon û teblêtê ji ber bi jêhatîbûna zêde ve û balkêşiya di warê dîtin bo kesê bikarhêner de, girêdayiyek gelek zêde çê dike û dibe sedema bengîbûna zarokan bi torên civakî re. Eva jî wisa dike zarok roj li pey rojê pêwendiya xwe ya civakî bi endamên malabata xwe re gelek lawaz bikin û di warê tendirustiya ruhî û derûnî de rastî pirsgirêkan bên.

3- Çêbûna pirsgirêkê di razana zarokan de

Pêka lêkolîna lêkoleran, ew tîrêja ku ji ekrana telefonê li çavê zarokan dide, hormona xewê serkut dike. Eva jî bingehtirîn pirsgirêka sûdwergirtina zarokan ji telefonê ye ku dibe sedema lawazbûna bîr û hizr, bê hêvî, mandûbûna zêde û westiyan.

4- Zêdebûna kêş û qelewî

Dema zarok li şûna ku bi hevalên xwe re bilîzin, piraniya demên xwe bi têlefonê re derbas dikin, çalakiyên wan ên cesteyî kêm dibin û tûşê qelewiyê dibin, ku di pêşerojê de dibe sedema nexweşiya şekir û bilindbûna zexta xwînê.

5- Ziyangihandin bi çav

Dema zarok ji mewdayeke gelek kêm ve û bo demeke dirêj li ekranên telefonê dinêrin, gav bi gav çavê wan rastî pirsgirêkê tê, dîtina wan kêm dibe û neçar dimînin ku berçavkan bi kar bînin.

6- Daketina asta afirîneriyê

Xeniqîn di cîhana xwastekî de, bîr û hizra zarokan lawaz dike û asta afirîneriya wan heta qaseke zêde dadixîne. Zarok dema seh bi wê yekê bikin ku her tiştekê bixwazin yan her pirsiyarek li cem wan çê bibe, bi bê wê ku kêmekê bîrî lê bikin û mêjiyê xwe pêve mandû bikin, bilez li înternetê bi dest dixin, hêdî hêdî asta bîrkirina çalak û afirîneriya wan dadikeve û ji nav diçe.

7- Rûbirûbûn bi naverokên neguncaw re

Egera zêde heye ku zarok bi tora civakî, malper û yan peyamek neguncaw re rû bi rû bibin. Eva wisa dike ku bala zarokan rabikêşe û bibe sedem ku ew di temenek pir piçûk de li pey wan naverokan bikevin ku li gorî temenê wan guncaw nîne.

8- Daketina bawerbixwebûnê

Zarokên ku têlefonê zêde bi kar bînin ji geşeya civakî pare dimînin ku li ser paşeroja perwerdehî, kar û takiya wan rastî guherinkariya nerênî dibe.

9- Geşenekirin di şiyana axaftinê de

Zarok ji bo têkiliyên civakî têne tinekirin, ev yeka dibe sedema zirarên civakî û hestyarî yên ku nayêne qerebûkirin.

Erka malbatan bo dûrxistina zarokên xwe ji telefon û teblêtan çî ye?

1- Handana zarokan bo çalakiyan li derveyê malê yên wekî: Birina wan bo park û lîstin bi zarokên hevtemenên xwe re, geriyan bi malbata xwe re, avdana gul û giya û hwd.

2- Beşdarîkirina zarokan di hin karên afirînerî yên wekî: Nîgarkêşî, baxevanî, avjenî û xwendina çîrokan.

3- Hevnaskirina zarokan bi cîhana xwastekî re di demek guncaw de, û dema ku zarok temenê wan jêr 2 saliyê ye bi cîhana xwastekî re hevnas nekin, 2 saliyên xwe derbas kirin jî malbat dikarin ji telefonê bo fêrbûn û barhênana zarokan ji hinek fîlmên taybet sûd wergire.

4- Dema ku endamên malbatê bi hev re ne, bikaranîna telefonê qedexe bikin û eva jî divê di pêş de ji mezinan re dest pê bikin heta ku zarok jî hîn bibin. 

5- Sînordarkirina torên civakî. Ji wê dîtingehê ve ku eger zarok bi her şêweyekî torên civakî bi kar bînin, bengiyê wê dibin û malbat jî divê sînorekê bo rêjeya vê bikaranînê dabinê. Heta ku negihîştine temenê 16 saliyê û negihane wê astê ku xwe bikarin bikaranîna telefonê fam bikin, ti yek ji piletforman bi kar nehênin û wan maf nîne ku di ti yek ji torên civakî de wêne, fîlm, axaftin bi bîhaniyan re û hwd çalakiyan bikin.

KURDŞOP
332 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!