Aran Tîbaş
Beşa yekem a vê gotarê li vir bixwînin
Rewşa jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî berfireh û cihêreng dikare were vegotin, Ew di wê parçeyê de rûbirûyê kêşe û kêmasiyên cur bi cur dibin, ku ji wan faktorên jêrîn in:
1- Yasa û siyaset: Yasa û siyasetên hikûmeta Îranê, bi kontrolkirina sîstema dadwerî û guhnedan bi mafên jinan, bi giştî bandorê li wekheviya zayendî û mafên jinan dike. Di nav de yasayên wekî yasayên malbatê, yasayên kar û yasayên têkildarî mafên siyasî û civakî ku dibe mafên jinan li gorî mêran bisînor bikin, dihewîne.
2- Meyl û kevneşopiyên çandî: Meyl û kevneşopiyên çandî di civaka Kurdî de dibe ku rê li ber pêkanîna wekheviya zayendî û mafên jinan bigire.
Hin kevneşopî û bawerî ji bo jinan rol û erkên taybet diyarî dikin û dikarin azadî û serxwebûna jinê bisînor bikin.
3- Gihîştina xwendin û kar: Dibe ku li hin herêmên rojhilatê kurdistanê, gihandina jinan ji xwendin û kar re sînordar be. Derfetên kêm ên perwerdeyê û nebûna bernameyên geşepêdana aborî dikare bandorê li derfetên kar û karsaziya jinan bike.
4- Tundûtûjiya li dijî jinan: Tundûtûjiya li dijî jinan, ji wan tundûtûjiya nav malbatê, zewaca di temenê biçûk de, zewaca bi darê zorê û tawanên dijî kerameta jinan, yek ji wan kêşeyên giran e ku jinên Kurd bi wî rûbirû ye. Ev şîdet dikarin fizîkî, hestyarî û zayendî bin û jinan bixe bin metirsiyê.
5- Çalakiyên femînîst û peywendiyên navneteweyî: hin jinên Kurd di çalakiyên femînîstî, mafên mirovan û têkiliyên navneteweyî de çalak in, Hewl didin bi xebatên belavkirinê, lêkolînî, siyasî û rêxistinî ji bo pêşxistina mafên jinan û wekheviya zayendî di civaka Kurdistana Îranê de têbikoşin. Bi giştî, her wekî ji bo jinan li Îranê bi giştî, jinên Kurd li rojhilatê Kurdistanê jî di warê bidestxistina wekheviya zayendî û mafên jinan de rûbirûyê dijwarî û sînordarbûnê dibin.
Lê jinên Kurd jî di cîhanê de di çalakiyên siyasî, civakî û çandî de cih digirin û ji bo baştirkirina rewşa xwe û civaka xwe hewl didin. Jinên Kurd di rûbirûbûna civaka mêrsalarî ya li Kurdistana Îranê de rastî gelek kêşe û sînoran tên û hewl didin vê civaka mêrsalarî bi rêbaz û çareseriyên cuda li ber xwe bidin.
Li jêr ez behsa hin ji van rêbazan dikim:
Çalakiya femînîstî: Jinên Kurd li Kurdistana Îranê di tevgerên femînîst de çalak in. Bi damezrandina rêxistin, komele û komên çalak ên civakê, ji bo pêşxistina mafên jinan, wekheviya zayendî û rakirina yasa û polîtîkayên cihêkariyê hewl didin.
Perwerde û hişyarî: Jinên Kurd li Kurdistana Îranê bi berçavgirtina giringiya perwerde û hişyariyê, hewl didin ku xwe û jinên din bilind bikin. Ji bo zêdekirina zanîn, jêhatîbûn û agahiyên ku ji bo parastina mafên xwe pêwîstin, di warên cuda de beşdarî perwerde, atolye û kursên hişyariyê dibin.
Tevgerandin: Jinên Kurd li Rojhliatê Kurdistanê bi rêya çêkirina şebekeyan û pêywendiya digel hevkarên xwe û çalakên din ên mafên jinan ên navxweyî û biyanî, hêza xwe ya civakî û siyasî zêde dikin. Ev şebek bi hevkarî û hevgirtinê alîkariya wan dikin ku wekheviya zayendî pêş bixin û ji bo bidestxistina armancên xwe hewl didin.
Çalakiyên medyayî û online: Jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji hêza medya û çalakiyên serhêl sûd werdigirin. Bi rêya medyaya civakî, blogan, podcastan û medyayên din ên serhêl, ew peyamên xwe belav dikin û hişmendiyê peyda dikin da ku wekheviya zayendî pêş bixin.
Beşdarbûna siyasî: Jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi beşdariya di çalakiyên siyasî û rêkxistinî de hewla beşdariya di pîşesaziya siyasî de didin û biryarên bibandor didin. Hewl didin ku nûnerên jin di rêxistin û saziyên civakî û siyasî de hebin, da ku ji bo mafên jinan zêdetir bixebitin û di pêvajoya biryardanê de dengê jinan xurtir bikin. Bi van stratejiyan û gelek çalakiyên din, jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hewl didin ku rûbirûyê civaka baviksalarî bibin û ji bo bidestxistina wekheviya zayendî û mafên jinan hewl didin. Ev hewldan di pêvajoya pêkhatina civakî û guhertinên di awayê ramana civakê de, ji rêyên sereke yên baştirkirina rewşa jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ne.