Şêwaza hevpeyvînkirinê - Beşa 3yem

Viyan Xîşkar

 

Beşa duyem a vê gotarê li vir bixwînin

 

Pesnkirina bi bandor

Pesnkirin demkurt e, helbet pesnkirin pêwîst e, lê nabe gelek bêjî û bi berdewamî pesna kesê hemberê xwe bikî, çimkî ev kare, karek bêzarkirî û sexte tê xuyakirin.

Pesnkirina rastîn; di dema peyvînê de guhdarê axavtinê kesê hember xwe be û bizane çi dibêje û bi çi tiştekî xwe şanaziyê dike, tu jî bi famkirina şanaziyên kesê hemberê xwe pesnên rastîn bike. Hemû demekê hewl bide bi rastîn dilxweşiyê bidî kesê dinê, wê demê helwêstên we yên rastîn di nav axavtinên we de xuya dibin û axavtinan çend hember bandordar dike.

Di vê derheqê de “William James” profesorê Amerîkayî dibêje: “Pirensîba bingehîn a herî girîng a mirovahiyê, pêdiviya mirov e bi pesnkirin û qedrzanînê.”

Di dema axaftinê de mirov eger destewajeyên erênî bi kar bîne baştir e, bo mînak we karê kesekê bi şaş zanî û pê aciz bûn, baştire hûn helwêstên xwe wiha nîşan bidin: “Birastî ez heyrîmayî mam bi wê karê ku te encam da”. Ne wek ku bêjî: “Ez nikarim bawer bikim te ew kare kiriye”!

Dema ku hûn bi xelkê re diaxivin wisa bikin ku ew hest bi girîngiyê bikin, eger ji nişkê ve destkeftek baş a wan hate bîra we û we behs kir, wê demê ew hest bi wê yekê dikin ku li cem we kesanek girîng in. Eger we tiştek derbarê wan de peyda kir ku cihê şanaziyê ye ji bo wan, ewa îşare pê bike, çimkî wê demê bi ciwanî di derbarê xwe û we de bîr dike.

“Catherine Fullertoll Girold” dibêje: "Xelk qedrê pesnkirinê nizanin heta ku neyêne pesnkirin, û heta ku neyêne pesnkirinê jî hest bi mezinahiya xwe nakin.”

Qebûlkirina pesnê

Dema ku kesek hewlên te bilind dinirxîne û rêzê ji wan digire yan pesn dike, bi nîşandana dilxweşiyek sade yan destxweşiyekê girîngiya wê pesnkirinê bizane. Armanca te ewe ye ku di hember wê pesnkirinê de dilovanî û xweşiyê bi kesê beranber re bibexşî.

Gava kesek pesna te dike, nabe tu jî heman pesnkirinê bo kesê beranber dubare bikî, bo mînak: Semînera te pir xweş bû yan te baş lîst yan jî min dixwest ez heman tiştî ji te re bibêjim.

Eger kesê hemberê te pesna kareke te kir, karên wî\wê yên baş bîne bîra xwe û pesna karên wî\wê bike, ne wek ew axaftinên wî\wê ku bi te re gotiye dubare bikî.

 

Çawa em bi şêweyekî serkeftî guhdarî bikin?

“Larry Barker” dibêje: Lêkolînan ew yeka îsbat kirine ku guhgirtina bê sûd yek ji astengên adetî yên serdem in li hember serkeftin di pêwendiyên taybetî û pîşeyînan de”.

Eger tu dixwazî peyvînkerek serkeftî bî, divî bizanî ku guhdarîkirin ji dayîna derfeta axaftinê girîngtir e. Dema ku em diaxivin ji kesê beranber xwe daxwazê dikin ku bal bikêşe ser me û hişyar be ku em çi dibêjin, lewma bi heman şêwe divê em jî guhdariyê bikin ji axavtinên kesê hemberê xwe û agehdar bin ku çi dibêje. Guhgirtin kiryarek çalakane ye, ne neçalak, kiryarek e ku pêk tê ji bihîstin, famkirin û bîranîn.

Guhdarê baş ew kese ye ku beşdariya gotûbêjê dike û nerînên xwe tîne er behsê û pirsyar dike da ku gotûbêja xwe berdewam bike.

“Raymond Mortimer”, nivîserê Birîtanî dibêje: “Hevpeyvînkirin lîza tenîsê nîne ku tenê tu topa hevbeşê xwe vegerînî, belkî wekî lîza golfê wisa ye ku tu divê bi berdewamî topa xwe biavêjî.”

Guhgirtin wize û şiyaneke zêde ji me distîne egere em bêdeng bin û me ti axavtinek nebe.

 

Ev gotare dom heye…

Çavkanî:

Pirtûka “The Art Of Taling To Anyone” ji nivîsa “Rosalie Maggio”

KURDŞOP
522 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!