Viyan Xîşkar
Beşa yekem a vê gotarê li vir bixwînin
Armancên sereke yên hevpeyvînê
Belkî hinekî me bîr ji armancên hevpeyvînê kiribin, heta ger em ti carî jî ew armancane bi cih neanîbin.
Dema ku hûn bi kesekî re dipeyivin, armanca wê peyvînê di sê xalan de ye. Yekem: Zanîna çend zanyariyek kêm derheq kesê beramberê xwe. Duyem: Gotina çend tiştek kêm derbarê xwe. Sêyem: Peydakirina hin xalên hevpar di navbera hevdu de. Heta eger di bajarek mezin de bo heyama çend xulekê jî bi kesekî re bipeyvin çend xalek hevpar peyda bikin. Her wek çawa “Jundice Martin” (xatûna reftaran) dibêje: “Dema ku dipeyivî, divê li ser wan tiştan axaftin bêne kirin ku bo herdu aliyan girîng e. Ji bo vê jî heta ku hûn xalên hevpar bibînin, divê hûn hemî ramanan û nerînan bihesibînin.”
Bila di dema hevpeyvînê de axaftin û lêdwan hemûreng bin û pêk werin ji 1- çêkirina nerînan 2- pirsiyarkirin 3- pêşkêşkirina zanyariyek derbarê xwe 4- pirskirin li ser tiştekê li yê hember xwe, lê gelek taybetî nebe. Hebûna hevsengiyek baş di navbera van çar xalên girîng de hevpeyvîn tê berhemanîn.
Eger hûn di nav xelkê de bûn, hewl bidin derfeta hevpeyvînê çê bikin. Hewl bidin kesên bêdeng bipeyvînin û nehêlin bêdeng di kuncikekê de bimîne û bi wan re biaxivin ku bi girîngî were hesibandin. Di nav xelkê de hezkirî û rûxweş bin, asûde û axavtinxweş û nerm û li ser xwe bin, birêz û bîr fireh bin, ger rûyê we xweş nebe û asûde nebe, ewa xelk ji we dûr dikevin.
Pêwendiya çavan
Eger hûn di dema axavtinê de nekarin mêzeyê çavê beranberê xwe bikin, bêguman hest bi wê yekê dikin ku ev kare çiqas tevlîhev e. Di wan deman de hewl didin xwe ji çavên kesên din dûr bigirin û vebikêşin. Ger hest bi asûdeyî nakin ku di dema axavtinê de mêzeyê nav çavê beranberê xwe bikin, hewl bidin bi xîzan û zarokên xwe re li ser wê yekê rahênanê bikin da ku bikarin ji wê rêyê ve çavên xwe ji bo pêwendiya bi xelkê re ra bênin.
Têkilî û hembêzkirin
Hin kes normal dibînin ku têkiliya bi kesê ku pê re dipeyive re hebe. Yek ji wan kesê ku şarezayî di vî warî de heye bi vî rengî ji me re dibêje: Ger hûn nikarin kesekî dinê hembêz bikin, aliyê kêm hewl bidin ew peyama ku hûn nikarin ji rêya hembêzgirtinê ve bigihînin, ji rêya rûyê xwe ve yan tona deng yan jî axavtinên xwe ve bigihînin. Bêguman ewa nerîna kesekê nîne. Her çiqas em ji xeynî destdan wekî din xwe ji hembêzkirina kesên ku ji me nêz nînin dûr digirin.
Têkelbûn digel xelkê
Yek ji yasayên girîng ên hevpeyvînê li cihê kar an kombûnên civakî ewe ye ku ji aliyê kesekî ve biçî bo aliyê kesek dinê yan ji komek piçûk ve herî bo aliyê komelek dinê, wate armanc eve ye ku aliyê kêm demê bi hemû amadebûyan re derbas bikî. Ger we hest bi wê yekê kir ku kesek dixwaze xwe ji we dûr bigire yan guhdarê axavtinên we nabe, ewa hûn dikarin jê dûr bikevin û bi cih bihêlin.
Dawîanîn bi hevpeyvînê
Piraniya hevpeyvînan bi şêweyek dilxweş, hêsan, asayî têne dawîanîn, nemaze dema ku hevpeyvînker hest dike ku dema wê yekê ye ku wan kesan biguherîne ku pê re dipeyivin û biçe cem kesên dinê. Di nav komek piçûk û nêzîk de, hûn yek bi yek xatir ji wan bixwazin. Lê belê di kombûnên mezin ên kar de eva ne kiryarî ye û ne jî xwastî ye. Ger hûn ji bo kombûnekê werine vexwendin, her ew hinde bes e ku hûn ji rêkxerê kombûnê re spasî bikin û xatirê xwe bixwazin.
Ev gotare dom heye…
Çavkanî:
Pirtûka “The Art Of Taling To Anyone” ji nivîsa “Rosalie Maggio”