Şêwaza hevpeyvînkirinê - Beşa 1em

Viyan Xîşkar

 

Ti sedemek nîne bo wê ku yek ji me nekare bibe peyvînerek baş. Piraniya xelkê li ser wê baweriyê ne ku axaftina bi rêkûpêk û guncaw kilîda serkeftina tak e. Bêguman ger di nav civakê de, îcar li her kuderê be jî, eger peyvînerek baş bî ewa dibe sedema ne tenê serkeftin, belkî dibe sedema dilxweşî.

Hemû tak bi dirêjahiya temenê xwe şiyana peyvînê hebûne, lê ewa ku di vir de girîng e ewa ye ku em çawa bikarin ji vir şûn de peyvînerek baş û tevaw bin.

Di vir de em ê behsa xalên lawaz ên hevpeyvîn û çawaniya peyvîneke dirust bikin. Hunera hevpeyvîna bi xelkê re beriya wê ku biçî nav hêvîxwaziyê û tê de bi başî û zîrekane biaxivî, dest pê dike.

Pêdivî ye ku hemû demekê em xwe fam bikin û me helwêst û nerînek erênî hebe û bo vê yekê jî divê di pêş de em biryarê bidin ku xwediyê helwêstek erênî bin. Hemû takek derbarê biryarên xwe rastî dudilyê tê, lê ger em bixwzin di kombûn, merasimekê yan jî çavpêketinekê de hest bi başî û asûdeyî bikin, ewa divê em bi helwêstek erênî ve amade bin.

“Rick Pitino” rahênerekî besketbolê yê Amerîkî derbarê helwêstên erênî dibêje: “Mirovên erênî di cîhanê de mirovên serkeftî ne”.

Me hemûyan ev gotine bihîstiye ku dibêjin, ger we tiştek nîne bo gotinê, di wê kombûnê de beşdariyê nekin, ger we beşdarî jî kir, bê dengiyê hilbijêrin. Bo wê ku di axavtinê de em perîşan nebin û me axavtinek hebe bo gotinê, divê em agehdarê bûyerên derdora xwe bin, divê em guhdarê radyo, nûçe û gotaran bikin û rojnameyan bixwînin yan berdewam nûçeyên kultûrî û rewşenbîrî bişopînin. Ger me zanyarî li ser bûyeran û pêşhatiyên derdora xwe hebe, ewa em dikarin biaxivin û nerîna xwe nîşan bidin.

Bi alxahînî ve nabe dema ku em dest bi axavtinê dikin, her tişta ku dizanin bêjin, eger em bixwazin bêdengiyê bişkînin û bipeyvin, ewa baştir e em peyvîna xwe bi pirsyarê dest pê bikin û bipirsin: “Min nûçeya te ya girîng di rojnameyê de xwend yan jî nerîna te çi ye derbarê lêdwana filan kes”?

Ger me zanî kes bersivê nade ya hez ji wê behsê nake, ewa em dikarin axavtina xwe biguherin yan li gorî bersiva yê hemberê xwe peyvînê berdewam bikin.

Bawerbixwebûn di axavtinê de gelek girîng e, bawerbixwebûn take bingeha girîngbûna wê\wî kesê ye ku xelk dixwaze pê re bipeyve. Dema ku hûn ji bo civat yan jî kombûnekê têne gazîkirin, hewl bidin bi bawerbixwebûn û dilxweşî ve tevlî wê kombûnê bibin, bîr ji wê yekê nekin ku endamêm beşdar di kombûnê de kêfa wan we tê yan jî bi te re asûde ne.

Mirov xwediyê her helwêstekê be jî, mirovên derdorên wan li gorî wê helwêstê pê re helsengandinê dikin, ger ew kes li ser wê bawerê ye ku şarezayiya civakî nîne, ewa li cem xelkê jî her heman nerîn çê dibe. Xelk dibine neynûka hestên tak, ger kesek bêzar û perîşan be, ewa xelk jî di hember de heman hest hene û perîşaniyê nîşan didin û bîrkirin û nerîna me her curekê be, ewa xelk jî derbarê me heman bîrkirin hene.

Hemû dibêjin kêmaxavtin baştir e, ew kêmaxavtine bo wê baş e ku yên ku bi me re ne, hest bi asûdeyî û aramiyê bikin. Eger hûn peyvînerek nîgeran bin, ewa xelk jî wisa bîr dikin ku we di warê civakî de şarezayiyek kêm heye. Em hemû baş dizanin ku kesek di warê civakî de şarezayiyek kêm hebe, ti carî nabe stêrka kombûn û merasiman.

Divê em ji her kuderê ne bi curekê reftarê bikin û biaxivin ku me baweriyek zêde bi xwe hebe û wisa biaxivin ku xelk tamê ji axavtinên me wergire. Nabe ew yeka ji bîra me here ku em li cem hemû kesî hezkirî nînin.

Di dema hevpeyvînê de divê em agehdarê zimanê xwe yê hereketî bin, hereketên cesteyî ti carî direwan nakin, dema ku hûn diçine nav kombûn û rûniştinekê cesteyê we mijûlê wê ye ku hemû zanyariyek li ser we bi yên dinê re dibêje. Dema ku kesek gelek bilez tê nav kombûnê û rastî kelecanê tê yan ew kesê ku di kuncikekê de bi tenê rûniştiye û xwe mat kiriye û hêvîxwaz e kesek din balê nekêşe bo aliyê wê\wî, ev cure reftarên cesteyî wê yekê ji me re rohn dikin ku ew kese xwedan helwêstên erînî nîne û nikare peyvînkerek baş be.

Kontirolkirina hin ji hereketên cesteyî karek dijwar e, bo mînak:

Sorbûna rûyê mirov

Çavneqandin bi şêweyek bilez

Hereketên nexwastî yên rûyê mirov

Têkçûna masulkeyên rûyê mirov

Take çareseriya van hereketên nexwestî ew e ku em kar bikin li ser bawerbixwebûna xwe û birina serê ya asta asûdeyiya xwe.

Xalek din ku girîng e ew e ku em agehdarê wê yekê bin ku em çi dikin û em hewlê bidin ji wan kesan nebin ku dudil in û ti bîrokeyek wan nîne, hereketên zêde û berdewam ji nearamî û nîgeranî ve çavkanî digire.

Di dema hevpeyvînê de nabe em wisa xwe nîşan bidin ku em bilez in yan mijûl in, eger em girîngiyê bi axavtina kesê hemberê xwe nedin û xwe bi tiştekê re mijûl bikin, ewa curek e ji bêrîzîkirinê.

 

Ev gotare dom heye…

 

Çavkanî:

Pirtûka “The Art Of Taling To Anyone” ji nivîsa “Rosalie Maggio”

KURDŞOP
597 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!