| 1 |
Yadê |
Dayîk. Bo bangkirina dayîkê tê bikarhînan. |
| 2 |
Yage |
Peyveke hewramî ye wate cih, şûn. |
| 3 |
Yane |
Peyveke hewramî ye bi wateya mal, xanî, cihê bêhnvedanê. |
| 4 |
Yaqût |
Kevirekî sor ê giran û binirx e, ku bo nigîna gustîlkan û nîveka lîre û ... hwd bi kar tê. |
| 5 |
Yara |
Şiyan. Ey yar. Serbendê meqamên kurdî ye. |
| 6 |
Yardil |
Dost û hevalê dil. Mirovê dildar. |
| 7 |
Yarê |
Yar. Bangkirina yarê. |
| 8 |
Yargul |
Yar û dostê gulan. |
| 9 |
Yarîn |
Dost û girawî. |
| 10 |
Yarsa |
Navê ayînzaya Ehlê Heq e ku di koka xwe de yarsan e bi wateya yarê sultan. Yarê yezdan. |