# Nav Mane
941 Nadî Cihê bêhnvedanê.
942 Nalîn Nalandin.
943 Narê Serbendê straneke kurdî ye.
944 Narewen Narwen. Darek e wek gezne (gesgeskê), çiqên bedew hene û gelek qahîm e. Pelgên wê tije ne û berî vê ku pelgên wê bipişkivin gul dide, lê bêber e.
945 Narî Peyveke kevn a nav gatayên Zerdeşt e û wateya agir dide. Stranên xembarane. Navê bendavekê bûye li rojavayê Bexdayê li herêma Kût ku di serdema Sasaniyan de hatiye avakirin.
946 Narîn Peyveke kevn a nav Gatayên Zerdeşt e û wateya agir dide. Nazik. Zirav. Jina şermoke. Straneke xembaran e.
947 Narinc Navê fêkiyekê ye ji cinsê portixalê.
948 Narist Naristî. Gundek e li xwar Zimzîranê li herêma Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê.
949 Naske Nazik û zirav.
950 Nayîser Gundek e li nêzî bajarê Sine.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!