891 |
Mawet |
Bajarokekî Başûrê Kurdistanê ye ku hate kîmyabarankirn, lê niha hatiye avedankirin. |
892 |
Mawîliya |
Gundek e li herêma Barzan li rex gundê Bewirke li Başûrê Kurdistanê. |
893 |
Mawiyan |
Gundek e li herêma Bêlewar li rexê Kamiyaranê li rojhilatê Kurdistanê. |
894 |
Mazê |
Mazû. Mazî. |
895 |
Mazêr |
Darberûyê stûr û kevn. |
896 |
Mazîçin |
Kesê ku maziyan diçine. |
897 |
Maznê |
Mezin. Gewre. Gundek e di navbera Mêrgesor û Balekiyan li Başûrê Kurdistanê. |
898 |
Mêgir |
Jiwangeha keç û kuran. Çavkaniya ava Rewanduzê ye li quntara çiyayê Kurê. |
899 |
Mehabad |
Peyva Mehabadê di çîroka Weys û Ramîn de navê kevn ê Nehawendê bûye ku digotnê Mahdînar. Bi kelhorî jî li cihê peyva “bajar” peyva “mah” bi kar dibirin, ku ereban peyva mah guherîne û kirine mahdîn û medîne. Di zimanê pehlewiya avestayî de jî gotine bajar “mah”. Herwiha gotine Nehawendê “Mah Besre”. Gotine Dînewer jî “Mah kûfê”. Mehabad an Mahabad navê pêxemberekî bûye ku berî Zerdeşt li xwar gola Urmiyê hatiye dinê. Peyva Mad jî li dewrana Sasaniyan bûye May û piştre bûye Mah. |
900 |
Mejîr |
Koçer. Reben. |