# Nav Mane
81 Şikofe Şigove. Pişkûj. Gulok. Gula ku nû dipişkive û dibe fêkî.
82 Şîlan Şîlandik. Dilêq. Cilêq. Berê dareke sor a qahîm û strîdar (kelemdar, bikelem, biqelem) e ku heya şeş gezan bilind dibe û gulên zer dide, û şîlan rengê wê sor û şirîn û bitam e, herwiha wek derman jî tê pêşniyarkirin.
83 Şîlaz Navê gundekî ye li herêma Duhokê li Başûrê Kurdistanê.
84 Şîle Şîreya gij û giya, û gul û daran. Şîreya hingvînê. Herwiha navê giyayekî ye ku di nav genim de şîn dibe, û “Zuwanşelmik” jî dibêjnê.
85 Şilêre Gula Şilêrê. Zêdetir li çiya û zozanan şîn dibe û gulên wê sor an jî zer in, û dişibhin zengilên şorrbûyî. Serbendê straneke kurdî ye. Şilêr herwiha navê gundekî ye li Başûrê Kurdistanê ku nêzî bajarê Bane ye.
86 Şilove Barîna berf û baranê pêkve.
87 Şilûmil Bedewiya leş. Nerm û niyan.
88 Şimşal Alaveke muzîkê ye. Bilûr. Bilwêr.
89 Şinawe Navê gundekî ye li herêma Pişder li Başûrê Kurdistanê. Parçe zewiyeke piçûk a kêlgehekê ye ku hatiye kêlan bo çandinê.
90 Şine Nesîm, Bayê hênik, Sirîwe, Sirwe.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!