# Nav Mane
871 Majel Maziya piştê.
872 Makoke Cihê pir ji gul û giya. Çiyayekî herêma Bîtwênê ye li Başûrê Kurdistanê.
873 Malmal Hemû xaniyên malan. Mal bi mal. Navê qehremana beyta Nasir û Małmał.
874 Malûwan Gundekî Başûrê Kurdistanê ye. Navê wê alavê ye ku zeviya kêlayî pê saf û teraz dikin.
875 Mamîsa Mamîşa. Navekî siryanî ye. Giyayekî bejnbilind e ku dişibhe xeşxaşê û gulên zer dide û di nav gula wê de toveke reş a hûr heye. Gundekî Badînan e.
876 Mana Çiqeke kevn a Kurdan e ku li xwar gola Urmiyê jiyane û dema bûne deshilatdar, paytexta xwe birin bajarê Zîwiye (Îzîrtû) li 50 km a Seqizê. Herwiha ew dewlet, dewleta herî kevn a Rojhilatê Kurdistanê bûye.
877 Manay Herman. Jinavneçû. Di gatayên Zerdeştê de ku bi zaravayê kelhurî û hewramî û nîvezaravayên cafî û sineyî hatine nivîsîn, wateya perwerdigar û yezdan dide. Navê zozanekî ye li Hewramanê.
878 Mandan Kolikên ku bi tenê li çiya û zozanan têne çêkirin. Navê keça Ejdehakê paşayê Mad û navê diya Kuruşê Hexameniş bû. Navê gundekî ye li herêma Barzan li Başûrê Kurdistanê.
879 Mandana Mandan. Navê jina Kembûciye paşayê Fars û diya Kuruşê paşayê Hexamenişî bûye ku keça Ejdehakê paşayê Mad bû.
880 Mane Hembane. Tûrik. Hewane. Mana. Wate. Hêcet. Navê gundekî ye li Xurasanê.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!