| 821 |
Kinê |
Bejinkurt. Sernavê straneke kurdî a kurmancî ye. |
| 822 |
Kirîsk |
Pirîşkî agir. Pirûskê agir. |
| 823 |
Kirîskan |
Girrkan. Bûrkan. Kaniya agir. |
| 824 |
Kirmacan |
Kirmancan. Kirmancsan. Cihê akincîbûna cotyaran. Cihê miskîn û reiyetan. Di serdemê Sasaniyan de gotine cotyar û reiyetên ber destê baregehên Sasaniyan “Kirmac an kirmanc”. |
| 825 |
Kirmaşan |
Yek ji bajarên kevnar ên Kurdistanê, ku berî serdema Sasaniyan hatiye avakirin. |
| 826 |
Kirosk |
Şûrê kevn ê jenggirtî. Kilostik. |
| 827 |
Kiwêstan |
Çiya. Kosa. Zozan. Kêfsan. |
| 828 |
Koko |
Navê gund û eşîreke Kurdan e li Başûrê Kurdistanê. |
| 829 |
Kolkezêrîne |
Keskesor. Bûka baranê. |
| 830 |
Koma |
Wate kom. Girse. (Koma muzîkê). |